Li Xezeyê agirbest çêbû

Li Xezeyê di navbera komên berxwedêr ên Filistînî û Îsraîlê da agirbest çêbû

Li Xezeyê agirbest çêbû

Hat ragihandin ku li Xezeyê di navbera komên berxwedêr ên Filistînî û Îsraîlê da agirbest çêbû.

Li gor nûçeya kanala têlevîzyonê ya el-Eqsayê ya Hamasê, di navbera komên berxwedêr ên Filistînî û Îsraîlê da agirbest çêbû.

Li gor nûçeya ku xwe dispêre kesekî naxwaze navê xwe bide, agirbest li gor saeta herêmî 04:30î da dest pê kir.

Ji aliyekî din va Ebû Mucahîd el Brîm li ser navê "Komîteyên Berxwedana Gel" ku yek ji komên çekdar ên li Xezeyê ye, axivî û got ku piştî hewildana NY û Misrê agirbest çêbû û wê duşemê serê sibê dest pê bike.

Der heqê geşedanê da hê ji Îsraîlê tu daxuyaniyek nehatiye dayîn û rayedarekî Îsraîlî ku tevî hevdîtinên agirtbestê dibe, pêr bişev daxuyanî da û got ku di hevdîtinan da lihevkirin çêbû, di nav çend saetan da îlankirina agirbestê pêkan e.

- Rageşiya Îsraîl-Xezeyê

Li Xezeyê roja înê bi guleya nîşandar du eskerên Îsraîlê birîndar bûbûn û dû ra şidet gur bûbû. Îsraîlê li dijî herêmên şêniyên sivîlan êrîşên asîmanî kiribûn û wekî bersiv jî ji Xezeyê roket hatibûn agirkirin.

Artêşa Îsraîlê bi hincetê ku duh ji Xezeya dorpêçkirî gelek roket hatin agirkirin, bi balafirên şer li dijî herêmê êrîşa asîmanî dabû destpêkirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hatibû destnîşankirin ku ji duh serê sibê vir va 220 hedefên Hemas û Cihada Îslamî yên li Xezeyê bûn armanc û herwiha hatibû destnîşankirin ku ji duh vir va ji Xezeyê ber bi milê Îsraîlê ji 430î zêdetir roket hatin agirkirin.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî gelek avahiyên li Xezeyê da bînaya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) lê ye hilweşiyabû.

aa

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE