"Li Xezeyê hemû berpirsiyariya lêxistina sivîlan ya Îsraîlê ye"

Heniyyeyê pêşengê Hamasê: "Li Xezeyê hemû berpirsiyariya lêxistina sivîlan ya Îsraîlê ye"

"Li Xezeyê hemû berpirsiyariya lêxistina sivîlan ya Îsraîlê ye"

Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê diyar kir, li Xeta Xezeyê ku di binê ablûqeyê da ye, berpirsiyariya kuştin û birîndarkirina Filistîniyan ya Îsraîlê ye.

Heniyyeyê pêşengê Hamasê daxuyaniya nivîskî weşand û êrîşa ku artêşa Îsraîlê bişev bir ser Kampa Penaberan a Şatiyê ya li Xezeyê weke "komkujiyeke nû" nirxand.

Heniyye wiha got, "Komkujî heta li deverên cuda yên Xezzeyê jî tên kirin û ev jî ecziyet, serneketina dijmin û mezintiya berxwedanê nîşan dide û dijmin nikare ji nav derkeve."

Heniyye destnîşan kir ku Îsraîl wê were têkbirin û wiha dewam kir:

"Li Xezeyê hemû berpirsiyariya hedefgirtina sivîlan aîdê Îsraîlê ye. Hêzên berxwedanê wê parastina gelê xwe bidomîne, wê artêşa dijmin têk bibe û pêşî li ber komkujiyên dijmin bigire."

Îsraîlê bişev êrîşî Kampa Penaberan a Şatiyê ku mala Ebû Xetab jî lê ye kiribû û 8 jê zarok, 2 jê jin 10 Filistînî şehîd kiribûn.

Tûxayên Îzzedîn el-Qessamê ku şaxa eskerî ya Hemasê ye jî daxuyandibû ku, weke bersiva êrîşa ku anîn ser maleke Kampa Penaberan a Şatiyê û ji bo tolhildana Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava hatin şehîdkirin Aşdod û Beersheba bi roketan hat gulebarankirin.

- 139 şehîd, nêzî hezarî birîndar

Îsraîl ji 10ê gulanê vir va êrîşên esmanî dibe ser Xeta Xezeyê. Di êrîşên Îsraîlê da heta niha 39 jê zarok, 22 jê jin 139 Filistînî şehîd bûn, 950 Filistînî birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE