Li Xezeyê ji bo zarokên êtîm organîzasyona piştevaniyê hat kirin

Di organîzasyona Komeleya Darûl Êtîma Filistînê li dar xist da pankartên li serê "Bişirîna êtîman paşve bînin" bilind kirin.

Li Xezeyê ji bo zarokên êtîm organîzasyona piştevaniyê hat kirin

 Li Xezeya di bin dorpêçiya Îsraîlê da ye ji bo balê bikşînin ser zor û zehmetiyên zarokên êtîm ên Filistînî organîzasyona piştevaniyê hat kirin.

Di organîzasyona Komeleya Darûl Êtîma Filistînê li dar xist da pankartên li serê "Bişirîna êtîman paşve bînin" bilind kirin.

Berpirsê komeleyê Mihemed Muqbîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Xeta Xezeyê bi hezaran zarokên êtîm di nav şert û mercên zor da dijîn.

Muqbîl got ku di demên dawîn da alîkariyên saziyên bi êtîman ra eleqedar jî sekinîne û ew alîkarî ji bo sihet û derûniya zarokan bi kêr dihatin.

Muqbîl ragihand ku ji vebûna dibistanan ra kêm wext maye û dayik di temînkirina cil, berg û amûrên dibistanê yên ji bo zarokên xwe da zehmetiyê dikişînin. Di bangewaziya xwe da Muqbîl xwest ku bila saziyên navneteweyî alîkariyên ji bo êtîmên Filistînî dikirin bidomînin.

Li gor daneyên Wezareta Pêşketina Civakî ya Filistînê li Xeta Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê kesên bavên wan hatine kuştin jî tev zêdetirê 20 hezarî zarokên êtîm hene.

Îsraîl ji sala 2006an vir va him ji hewa û him jî ji bejayê ra li Xeta Xezeyê dorpêça xwe didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE