Li Xezeyê pêşangeha hunerê ya dagirkeriya Îsraîlê nîşan dide

Hunermendên Filistînî yên di berhemên xwe da dagirkeriya Îsraîlê nîşan didin, pêşangehek vekirin. Di pêşangehê da 160 berhemên 64 hunermendan tên nîşandan

Li Xezeyê pêşangeha hunerê ya dagirkeriya Îsraîlê nîşan dide

Hunermendên Filistînî li Xezeyê pêşangeheke hunerê ya modern vekirin, rewşa biêş a ji ber dagirkeriya Îsraîlê çêdibe di berhemên xwe da nîşan dan.

Li eş-Şaleyhata herêma Xezeyê 64 hunermendên Filistînî pêşangeheke hunerê ya modern vekirin.

Ji wêneyan bigre heta pêykeran, ji xêzê bigre heta hunerên li ser dikê, ji gelek şaxên hunerên cuda di pêşangehê da tên nîşandan.

Pêşangeh bi hevkariya Şaxa Hunerên Dîtbarî ya Yekîtiya Navendên Çandê, Atolyeya Şebabîkê û Weqfa Ebdulmuhsîn el-Kettan hat lidarxistin.

Berpirsyarê pêşangehê Baha Ebu Daya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand amadehiyên pêşangehê sal û nîvekê hatiye kirin.

Daya got armanca wan rewşa biêş a ji ber dagirkeriya Îsraîlê çêdibe nîşandan e û ew dixwazin hunermendên ciwan bi hunera modern ra eleqedar bibin.

Pêşangeh wê 4 rojan vekirî bimîne.

Li pêşangehê 160 berhemên 64 hunermendan tên nîşandan.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE