Li Xezeyê teqîn

Ji hêla din Îyad el-Bezmê Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Xezeyê der barê teqîna duh li herêma Tel el-Hewayê çêbû da daxuyaniyeke nivîskî da. 

Li Xezeyê teqîn

Li rojavaya Xezeyê piştî teqîna duh qewimî îro teqînek din jî çêbû. 

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Navxweyî hat dayîn, teqîna duyemîn li herêma Şêx Aclînê li ser Kolana Er-Reşîd es-Sahîlî li noqteya polêsan çêbû. Di teqînê da gelek kes birîndar bûn. 

Ji hêla din Îyad el-Bezmê Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Xezeyê der barê teqîna duh li herêma Tel el-Hewayê çêbû da daxuyaniyeke nivîskî da. 

Bezm got ku di teqîna duh da 2 polês şehîd ketin. 

Wezareta Tendurîstiyê jî daxuyand ku navên şehîdan Selame Macîd en-Nedîm û Ala Ziyad el-Xarabîlî ye. 

Îsraîlê derewand

Artêşa Îsraîlê jî daxuyaniyeke nivîskî da û gotin wan dijî hedefên Xezeyê tu êrîş nekirine û îdia derewandin. 

Der barê teqîna ewil ya li Xezeyê da Wezareta Tendurîstiyê di daxuyaniya xwe da Îsraîl sûcdar kiribû. Der barê heman teqînê da Wezareta Navxweyî jî bûyer wek "teqîn" bi nav kiribû. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE