Li Xezzeyê jimara miriyan derket 5an

Eskerên Îsraîlê gule berdan ser Filîstîniyên ku beşdarî xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" a ku li sînorê Xezzeyê tê lidarxistin bûn, di encama gulebaranê de jimara şehîdan derket 5an, jimara birîndaran jî derket 75an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê yê li Xezzeyê Eşref el-Kudra daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di encama gulebaran eskerên Îsraîlê de Iyad Xelîl eş-Şaîr (18) û Mihemed Nayîf el-Hawm (14), Mihemed Şahsa, Mihemed Welîd Mistefa Heniyye (32) û zarokekî 12 salî yê ku hêj nasnameya wî nehatiye tespîtkirin hatin şehîdkirin, 

Kudra da zanîn ku jimara birîndaran jî 2 jê xedar derket 75an û agahî da ku ji birîndaran 22 jê zarok, 4 jê peywirdarên arîkariya ewil û 3 jê jî rojnamevan in.
Filîstînî ji 30yê adarê vir ve li sînorê Îsraîlê yê Xeta Xezzeya bin eblûqeyê de bi navê "Meşa Vegera MEzin" xwepêşandanên aştiyane dikin. 

Eskerên Îsraîlê jî bi guleyên rasteqîn gule berdidin gelê sivîl ê "dixwaze ku vegere axên xwe yên ku jê hatine sirgûnkirin û eblûqeya neheq a ser Xezzeyê ya ku ji 2006an vir ve tê kirin".AA

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE