Li Xezzeyê dermanên pençeşêrê xilas bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daxuyand ji ber ku dermanên kemoterapiyê yên ji bo nexweşiya pençeşêrê tên bikaranîn xilas bûn, tedawiya nexweşan hat rawestandin

Li Xezzeyê dermanên pençeşêrê xilas bûn

Li Xezzeyê ji ber ku dermanên kemoterapiyê yên ji bo nexweşiya pençeşêrê tên bikaranîn xilas bûn, tedawiya nexweşan hat rawestandin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê li Xezzeyê Eşref el-Qudra daxuyanî da çapemeniyê û got li Nexweşxaneya Rantîsiyê de dermanên ji bo tedawiya nexweşiya pençeşêrê tên bikaranîn ji ber ku xilas bûn, ew mecbur man ku tedawiya nexweşan xilas bikin.

Qudra got ji bilî dermanên kemoterapiyê dermanê bi navê neopogen a ku sîstema îmmînutiyê xurt dike jî xilas bûye.

Qudra anî ziman qeyrana dermanan divê bilez dawî bibe, lewra bi sedan nexweş di asta mirinê de ne.

Nexweşxaneya Rantîsiyê navê xwe ji Dr. Abdulazîz Rantîsî hildide ku ew yek ji serokê Hemasê ye. Li Xezzeyê bi tenê di vê nexweşxaneyê de tedawiya pençeşêrê tê kirin.

Dorpêçiya li ser Xezzeyê di demên dawîn de ji ber ku zêdetir bû wek hemû qadan di qada tenduristiyê de qeyranên mezin hene.

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE