Li xwendingeha Weqfa Însanê 900 xwendekarên mexdûrê şer wê perwerdeyê bibînin

Li xwendingeha Weqfa Însanê li Îdlibê vekir 900 xwendekarên mexdûrê şer wê perwerdeyê bibînin

Li xwendingeha Weqfa Însanê 900 xwendekarên mexdûrê şer wê perwerdeyê bibînin

Li xwendingeha Weqfa Perwerde, Çand û Alîkariyê ya Însanê (Weqfa Însanê) li Îdlibê vekir 900 xwendekarên mexdûrê şerê navxweyî yên li Sûriyeyê ew ê perwerdeyê bibînin. Navê xwendingehê danîn "Mulayîm Tekîn".

Mezinên herêmê, nûnerên saziyên ciavak sivîl ên herêmê û gelek xwendekar beşdarî merasima vekirina xwendingehê bûn. Xwendingehê perwerdeya dibistana seretayî û navîn bide xwendekaran.

Bi xwendina Qu'rana Pîroz dest bi merasimê kirin û beşdaran dia kir. Hin diyarî jî dan xwendekaran.

Serokê Weqfa Însanê Sînan Aktaş diyar kir ku li xwendingehê 13 pol hene û 900 xwendekarê perwerdeyê bibînin.

Aktaş wiha axivî: "Me xwendingeha kon a 200 xwendekarî lê perwerde dit vegerande xwendingeha ku 900 xwendekar lê perwerdeyê bibînin."

Aktaş destnîşan kir ku xwendekarê wekî du komên cuda şeveqê û nîvro li xwendingehê perwerdeyê bibînin, di heyama were da jî ew ê xwendingehê mezin bikin.

Aktaş diyar kir ku xebatên li dora xwendingehê avakirina salona sporê, park, avahiyên civakî dewam dikin û ji bexşkarên Weqfa Însanê ra sipas kir.

Mihemed Zeyînê xwendekarê pola 6an ê li xwendingehê dest bi perwerdeyê kir jî ji kesên keda wan tevlî xwendingehê bûn ra sipas kir.

Zeyîn destnîşan kir ku piştî êrîşên rejima Beşar Esed ji Helebê koç kirin û wiha axivî: "Xwendingeha me tunebû. Ji bo herin xwendingehê em gelekî dimeşiyan. Piştî avakirina xwendingehê niha dema me ya ji bo xwendinê zêde bû."

Xetîce Cesîma xwendekar jî got ji ber ku gihîştin vê xwendingehê gelekî kêfxweş bû.

Cesîmê wiha got: "Dema mezin bûm ez dixwazim ku bibim mamoste. Li Xwendingehê ev roja min a ewil e. Gelekî bextewar im. Em niha dikarin li hewşa xwendingehê bilîzin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE