Hat ragihandin, li parêzgeha El-Cewf a li bakurê Yemenê bi teqîna 2 mayinan 5 sivîl mirin, 5 jê jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê Çavdêrxaneya Mayinan a Yemenê yê li ser Twitterê da li ser teqînê agahî û wêne hatin parvekirin.
Li gorî vê, teqîna ewil li herêma El-Yetemenê ya girêdayî Cewfê bi teqîna mayina ku Hûsiyan li ser rêya çolistanê çal kiribû va çêbû. Ji ber teqînê 2 kesên di wesayîtekê da mirin.
Dîsa bi teqîna mayina ku Hûsiyan li ser rêya sereke ya Yetemene û parêzgeha Marîbê bi cih kiribû va jî 3 sivîl mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Hûsiyan li ser mijarê daxuyanî nedan. AA