Li Yemenê Hûsiyan êrîşî bajarên Hacce û Taîzê kir

Li gor daxuyaniya Fermandariya Herêma Eskerî ya 5emîn a girêdayî artêşa Yemenê, moşeka Hûsiyan li bajaroka Hayranê ya li ser Hacceyê li malekê ket.

Li Yemenê Hûsiyan êrîşî bajarên Hacce û Taîzê kir

Li Yemenê Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike êrîşî bajarê Hacceyê kirin, 2 sivîl hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Herêma Eskerî ya 5emîn a girêdayî artêşa Yemenê, moşeka Hûsiyan li bajaroka Hayranê ya li ser Hacceyê li malekê ket.

Di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin, 2 sivîl jî birîndar bûn.

Ji hêla din li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê jî Hûsiyan li herêma Abdeleyê ya li ser bajarê Taîzê jî êrîşî kampa penaberan kirin.

Di êrîşê da jê 3 zarok 4 kes birîndar bûn.

Der barê her du êrîşan da jî Hûsiyan tu daxuyanî neda.

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. 

Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE