Li Yemenê ji ber şêwba kolerayê rewşa awarte hat ragihandin

Li Yemenê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan da di çarçoveya têkoşîna dijî şêwba kolerayê da rewşa awarte hat ragihandin.

Li Yemenê ji ber şêwba kolerayê rewşa awarte hat ragihandin

Li Yemenê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan da di çarçoveya têkoşîna dijî şêwba kolerayê da rewşa awarte hat ragihandin.

Li gorî nûçeya ajansa Saba ya Hûsiyan, Taha el-Mutewekîl ku di hikûmeta avabûyî da Wezîrê Tenduristiyê ye, diyar kir ku li herêmên di bin kontrola wan da di çarçoveya têkoşîna dijî şêwba kolerayê da wan, rewşa awarte ragihand.

Şemiya borî dîsa di çarçoveya têkoşîna dijî kolerayê da Hûsiyan biryar standibû ku li hemû dibistanên Sanayê kantîn bên girtin.

Li Yemenê nexasim li herêmên di bin kontrola Hûsiyan da nexweşiya kolerayê heye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku çendek berê ji aliyê Dîrektorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a UNICEFê Geert Cappelaere û Midûrê Herêma Behra Spî ya Rojhilat ê Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (RTC) Ahmed el-Manzurî va hatibû dayîn da hatibû destnîşankirin ku ji serê 2019an vir va li Yemenê weqayên kolerayê bi awayekî bilez zêde dibin, heya 17ê adarê 109 hezar weqayên kolerayê hatin tomarkirin û herwiha 190 kes jî ji ber vê nexweşiyê mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE