Li Yewnanîstanê piştî barana gur lehî rabû û di encamê da 6 turîst mirin.
Li gor xebera kanala ERTê ya dewletê, rayedaran diyar kirin ku li herêma Halkîdîkiyê û derûdorê Selanîkê du êvarê ji ber barana gur û bahozê 2 jê zarok bi tevahî 6 turîst mirin.
Li gor agahiyan kesên mirî welatiyên Çekya, Romanya û Rusyayê ne.
Ji hêla din 4ê wan giran bi tevahî 108 kes jî birîndar bûn.
Li herêmê rewşa deresayî hat îlankirin û gelek tîmên parastina sivîl û agirkûjiyê sewqî herêmê kirin.
Wezîrê Ewlehiya Kamûyê yê nû Mîhalîs Hrîsohoîdîs ji bo miriyan peyameke sersaxiyê da û wiha got: "Li herêmê ji lehiyê zêdetir bahoz bû sedema mirinê. Ji ber bahozê dar şikestin û ew jî bû sedema mirina mirovan. Serê malbatan sax be."