Li YEyê mecbûriyeta rêça tiliyê ya li ser nasnameyan

Yekîtiya Ewropayê rêça tiliyê ya li ser nasnameyan ji bo hemû welatên endam mecbûrî kir

Li YEyê mecbûriyeta rêça tiliyê ya li ser nasnameyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) rêça tiliyê ya li ser nasnameyan jî di nav da, birek verastkirinên ji bo xurtkirina ewlehiya nasnameyan pesend kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji Konseya YEyê hat dayîn, ji bo ewlehiya nasnameyan xurt bikin, têkoşîna li hember dizî û sextekariyê zexm bikin, hin verastkirinên nû hatin pesendkirin, di çarçoveya vê da tevdîrên mecbûrî yên divê hemû welatên endam bibînin, hatin kifşkirin.

Ji ber vê, mezinahiya hemû nasnameyan wê qasî hevdu bin û xwedî wê taybetiyê bin ku makîne bikaribin nas bikin. Li ser nasnameyan wêne û rêça tiliyê mecbûrî ye.

Her wiha nasname wê herî kêm 5 û herî zehf jî 10 salan derbas bibin. Welatên endam dikarin ji bo welatiyên emrê wan ji 70 salî mezintir in, nasnameyên demdirêj derxin.

Verastkirina nû wê di nav 2 salan da bikeve rewacê.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Hezîran 2019, 09:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE