Li Yezda eyaleta Îranê 30 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketin

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tibê yê Yezdê Mehmûd Nurî Şadkam got ku li eyaleta Yezdê bi 30 xebatkarên tenduristiyê ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.

Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Şadkam got ku "8 pispor (doxtor), 22 hemşîre û laborant bi vîrusa koronayê ketin."

Şadkam ragihand ku li nexweşxaneyên li eyaleta navborî 410 kes ji ber vîrusa koronayê tên dermankirin.

- 14 xebatkarên tenduristiyê mirin

Ji aliyê din va li Îranê jimara xebatkarên tenduristiyê yên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 14an. 

Hîndekarê Zanîngeha Zanistên Tibê yê Şehîd Beheştî ya Tehranê Prof. Dr. Hebîbullah Pîrevî duh ji ber vîrusa koronayê miribû.

Li gor çapemeniya Îranê li welêt heta niha 9 doxtor û 4 hemşîre bi şewbê mirin. 

Kovîd-19ê ku ji Çînê belavî dinyayê bû li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qumê hatibû dîtin, piştra hema bêje li tevahiya welêt belav bibû. Li welêt jimara weqayên vîrusa koronayê ji 10 hezarî borî û 429 kes mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE