Li Yêmenê 115 milîtanên Hûsî hatin kuştin

Li Yêmenê 115 milîtanên Hûsî hatin kuştin

Hevpeymana Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî eşkere kir, di encama operasyonên asîmanî yên li parêzgeha Marîbê ya Yêmenê da 115 milîsên Hûsî yên Îran piştê dike, hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, di daxuyaniya hevpeymanê da hat diyarkirin, di 24 saetên dawîn da li dijî parêzgehên Marîb û Cewfê 31 êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê da hat destînşankirin, di operasyonan da 115 milîsên Hûsî hatin kuştin, 19 wesayîtên eskerî hatin jinavbirin.

Ji aliyekî din va di nûçeya ajansa nûçeyan a Hûsiyan Sabayê da jî hat diyarkirin, di maweya navborî da hêzên hevpeymana Ereban li dijî Marîbê 40 operasyonên asîmanî pêk anîn.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyekî ewlekariyê hat wergirtin, ji ber êrîşan li bajarokên Sîrwah û el-Cûba yên Marîbê ziyaneke mezin çêbû, di milkên taybet ên welatiyan da û her wiha di zeviyên çandiniyê da êrîş bûn sedema xesareke mezin.

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE