Li Yêmenê 26 Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yêmenê daxuyand ku wan li başûrê welêt li bajarê Ed-Daliyê operasyon kir û 3 jê fermandar 26 Hûsî kuştin û hin deverên aîdê Hûsiyan hatin bidestxistin

Li Yêmenê 26 Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yêmenê daxuyand ku wan li başûrê welêt li bajarê Ed-Daliyê operasyon kir û 3 jê fermandar 26 Hûsî kuştin û hin deverên aîdê Hûsiyan hatin bidestxistin.

Li gor malpera nûçeyan a "26sepnews"ê ya hikûmeta Yêmenê, yekîneyên artêşê li El-Ezraqa ser Daliyê herêmê Er-Rabat, Eş-Şecfa û Eş-Şebheyê ji destê Hûsiyan derxistin.

Li herêma El-Faxîrê ya li ser navçeya Katabayê kozikên Hûsiyan hatin bombebarankirin û sê fermandar jî di nav da 26 Hûsî hatin kuştin.

Hûsiyan der barê mijarê da tu daxuyanî neda.

Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe.

Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Hezîran 2019, 09:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE