Li Yêmenê agir bi navenda binçavkirinê ya ku penaber lê girtî bûn ket: 8 mirî, 170 birîndar

Li Sanaya paytextê Yêmenê agir bi navenda binçavkirinê ya ku penaber tê da girtî bûn, ket û li gor tesbîtên ewil 8 kes mirin, 170 kes birîndar bûn.

Dîrektora Herêmê ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Carmela Godeau li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, li Sanaya paytextê Yêmenê agir bi navendeke binçavkirinê ya penaberan ket.

Godeauyê diyar kir, li gor tesbîtên ewil di şewatê da 8 kes mirin, 90 jê giran 170 kes birîndar bûn, lê jimara miriyan ji ya hatiye eşkerekirin pir zêdetir e.

Godeauyê daxuyand ku Rêxistina Koçê ya Navneteweyî xizmeta tenduristiyê ya acil ji birîndaran ra kir û diyar kir ku sedema derketina şewatê hê nayê zanîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE