Li Yêmenê agirbest 2 mehên din jî hat dirêjkirin

Li Yêmenê agirbest 2 mehên din jî hat dirêjkirin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Taybet Seba Yêmenê Hans Grundberg ragihand, li welêt aliyên ku şer dikin, berî ku agirbesta ku di 2yê Nîsanê da hat cîbicîkirin biqede, qebûl kirin ku 2 mehên din jî bê dirêjkirin.

Grundberg di daxuyaniya nivîskî da wiha got, "Ez dixwazim ragihînim, aliyên ku şer dikin, bersiva erênî dan pêşniyaza NYyê ya dirêjkirina du mehên din a agirbesta ku li Yêmenê di warê cîbicîkirinê da ye."

Nûner taybet destnîşan kir, biryara nûkirina agirbestê bi dema herêmê dê ji saet 19.00an pê va bikeve dewrê.

- Şerê navxweyî yê Yêmenê û agirbesta ji bo 2 mehan

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tuneye, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. 

Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê. 

Nûnerê NYyê yê Taybet Seba Yêmenê Hans Grundberg ragihandibû ku hikûmeta Yêmenê û Hûsiyan qebûl kirin ku ji 2yê Nîsanê saet 19.00an pê va hemû operasyonên xwe yên asîmanî, bejayî û deryayî ji bo 2 mehan rawestînin.

Li welêt ji ber şerê ku bi salan e didome, bi qasî 377 hezar kes hatin kuştin. Li Yêmena ku yek ji welatên herî feqîr ê dinyayê ye, krîza însanî ya ku ji ber şerê navxweyî mezin bû, gihîşt asteke tirsnak.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE