Li Yêmenê bi dehan malbat vegeriyan ser mal û milkên xwe yên li Ebyena ku şer û pevçûn sekinîne

Li Yêmenê bi dehan malbat vegeriyan ser mal û milkên xwe yên li Ebyena ku şer û pevçûn sekinîne

Li Ebyena başûrê Yêmenê bi dehan malbatên ku ji ber şer û pevçûnên qewimîn reviyabûn piştî 8 mehan bi sekinîna şer û pevçûnan vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Navenda Çapemeniyê ya Lîwaya Amalîkayê ya girêdayî artêşa Yêmenê daxuyanî da û ragihand bi dehan malbatên li herêma Şêx Salim û Et Tariyyeyê ku ji ber şerê di navbera hêzên hikûmetê û milîsên Konseya Berwext a Başûr a cudaxwaz a ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştevaniya wan dikir da derketibûn, bi dawîbûna şer ra vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku malên welatiyan ji ber şer û pevçûnê zirar û ziyan dîtine, ekîbên girêdayî Lîwaya Amalîkayê jî ewlehiya li herêmê pêk tînin û li malan av belav kirine. Hat gotin ku şer êdî sekiniye û ji her kesî jî hat xwestin ku bila vegerin ser mal û milkên xwe.

Hêzên hikûmetê li Yêmenê ji bo sepandina qismê eskerî ya Peymana Riyadê ku di Mijdara 2019an da îmze kiribûn tevlî milîsên Konseya Berwext a Başûr a Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgirê wan e, di 11ê Berfanbarê da ji xetên şer dest bi vekişînê kirin.

Di daxuyaniya hêzên koalîsyona pêşeng Erebistana Siûdî ye weşand da hat gotin ku beşên eskerî û ewlehiyê yên Peymana Riyadê bi awayê hatibû plankirin tê sepandin. Hatibû gotin ku pêvajoya belavkirina hêzên li Ebyenê û derxistina yên ji Adenê jî di bin kontrola koalîsyonê da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE