Li Yêmenê ji 6 hezar û 700î zêdetir zarok mirin an jî birîndar bûn

Li gorî UNICEFê li Yêmena ku şerê navxweyî didome ji 6 hezar û 700î zêdetir zarok mirin an jî birîndar bûn.

Li Yêmenê ji 6 hezar û 700î zêdetir zarok mirin an jî birîndar bûn

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Yêmenê di 4 salan da ji 6 hezar û 700î zêdetir zarok mirin an jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ofîsa UNICEFê li Yêmenê ya li ser hesabê wê yê Twitterê da hat ragihandin ku ji sala 2015an ku şerê navxweyî dest pê kir û vir va ji 6 hezar û 700î zêdetir zarok mirin an jî birîndar bûn.

Herwiha hat diyarkirin ku 358 hezar zarokên Yêmenî mexdûrên xidaya kêm akûtê ne û lewma jî pêwîstiya van zarokan bi tedawiya bilez heye.

Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku divê êrîşên ku hedefa wan zarok in bên rawestandin.

Li Yêmenê Hûsî û hêzên hikûmetê ku hevpeymana ku Erebistana Siûdî serkêş e alîkariyê didê, şer dikin û ji ber van şer û pevçûnan li vî welatî qeyrana herî giran a dinyayê rû daye.

Li gorî NYyê, li Yêmenê 14 milyon însan ku ev reqem nîvê nifûsê welêt e, bi rîska xelayê ra rûbirû bûye. Li welêt pêwîstiya ji 22 milyonî zêdetir însanî bi alîkarî û parastinê heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE