Li Yêmenê pevçûn:27 Hûsî hatin kuştin

Hat destnîşankirin ku hêzên girêdayî artêşê êrîş şikandin û Hûsî neçar kirin ku paşda vekişin. Dîsa di nûçeyê da der heqê wê yekê da jî agahî nehat dayîn bê ka di nav refên artêşê da kuştî û birîndar hene yan na.

Li Yêmenê pevçûn:27 Hûsî hatin kuştin

Li parêzgeha El-Beyda ya li naverasta Yêmenê di pevçûnên artêşa Yêmenê û Hûsiyan da 27 Hûsî hatin kuştin.

Li gorî malpera nûçeyan "26sepnews" ya girêdayî hikûmeta Yêmenê, Hûsiyan li dijî navçeya Ez-Zahirê teşebusa êrîşekê kirin û di encamê da pevçûn derketin. Herwiha di van pevçûnan da jî 27 Hûsî hatin kuştin, qederek jê birîndar bûn, lêbelê der heqê hejmara birîndaran da agahî nehat dayîn.

Hat destnîşankirin ku hêzên girêdayî artêşê êrîş şikandin û Hûsî neçar kirin ku paşda vekişin. Dîsa di nûçeyê da der heqê wê yekê da jî agahî nehat dayîn bê ka di nav refên artêşê da kuştî û birîndar hene yan na.

Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî lê tuneye, Hûsî û hêzên hikûmetê şer dikin. 

Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.AA

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE