Li Yêmenê êrîşên li Aden û Ebyenê hatin kirin

Li Yêmenê Wezareta Mafên Mirovan ragihand di êrîşên ku du roj berê li Aden û Ebyenê çêbûn da 300 sivîlên kuştî û birîndar hene.

Li Yêmenê êrîşên li Aden û Ebyenê hatin kirin

 Li Yêmenê Wezareta Mafên Mirovan ragihand di êrîşên ku du roj berê li Aden û Ebyenê çêbûn da 300 sivîlên kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya SABAya ajansa nûçeyan ya girêdayî hikûmeta Yêmenê ye hat diyarkirin li gor daxuyaniya Wezareta Mafên Mirovan di êrîşên milîsên Konseya Berwext ya Başûr da ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb piştgiriyê dide gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Hat diyarkirin li Aden û Ebyenê hêzên Hizam Emniyê yên Konseya Berwext ya Başûr du roj berê êrîş kirin û di êrîşan da tevî jin û zarokan 300 sivîlên kuştî û birîndar hene.

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE