Li Yunanistanê cara ewil kesek ji ber vîrusa koronayê mir

Li Yunanistanê cara ewil kesek ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir.

Li Yunanistanê cara ewil kesek ji ber vîrusa koronayê mir

Wezareta Tenduristiyê ya Yunanistanê eşkere kir ku nexweşekî mêr ê 66 salî yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Patrasê dihat dermankirin mir.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku kesê ku mir demek berê bi qefleyeke ku ji 56 kesan pêk tê ra seyahatê Îsraîlê kiriye û di 2yê adarê da bi teşhîsa Kovîd-19ê dest bi dermankirina wî kirine.

Ji hêla din va hikûmeta Yunanistanê jî tevdîrên dijî koronavîrusê zêde kirin. Hikûmetê merasimên derbasbûnê yên eskerî û xwendekaran ên ku ji bo 25ê adarê roja serxwebûnê dihatin plankirin betal kir û li nexweşxaneyên dewletê ji bilî weqayên acîl emeliyat paş xistin, beşdariya çalakiyên sportîf bi 60 kesî sînordar kir û karmendên bizarok ên ku di kamuyê da peywirdar in heta dibistan vebin derxiste îzna mecbûrî.

Di peyama komî ya ku Sekreteriya Giştî ya Parastina Sivîlan da jî hişyarî hat dayîn ku gel heta nebe mecbûrî ji malên xwe bila dernekevin.

Serokwezîrê Yunanistanê Kîryakos Mîçotakîs di axaftina banga neteweyî ya ji televîzyonan da bal kişand ku di mijara vîrusa koronayê da welêt li benda rojên dijwartir e, bang kir ku di têkoşîna dijî şewbê da bila kamu û sektora taybet bibe alîkarê hikûmetê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE