Li Zahidana Îranê teqîn: 3 birîndar

di televizyona dewletê de hat destnîşan kirin ku di encama înfilaqa 2 teqemeniyên destî de, li Qada Bî'seta li navenda Zahidanê 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Li Zahidana Îranê teqîn: 3 birîndar

 Li Zahidana navenda eyaleta Sistan û Belûçistanê ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê teqînek çêbû û 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Rêveberê Ewlekariya eyaleta Sistan û Belûçistanê Mihemed Ganberî di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê de destnîşan kir ku di encama înfilaqa 2 teqemeniyên destî de, li Qada Bî'seta li navenda Zahidanê 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Ganberî anî ziman ku piştî teqîna yekem bi dema herêmî seat 20.30î de, pisporên îmhakirina bombeyan li cihê bûyerê pakêteke din a gumanbar dîtin û dema xwestin wê îmha bikin teqîna duyemîn çêbûye.

Li gorî nûçeya televizyona dewletê, teqîn nebûye sedema mirinan lê xisar gihiştiye avahiyên dewrûberê.

Hat ragihandin ku ji bo girtina gumanbaranxebat hatiye destpêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE