Li Zakînthosa Girava Yewnanistanê balafira temirandina şewatê ket

Teşkîlata Agirkujiyê ya Yewnanistanê diyarkir ku yek ji du balafirên cureyê Petzetelê yên ku ji Girava Kefalonyayê ji bo temirandina şewata daristanê ya li Zakînthosê hat şandin li herêma Lagopodo-Maheradoyê ket. 

Li Zakînthosa Girava Yewnanistanê balafira temirandina şewatê ket

Hat ragihandin ku li Zakînthosa Girava Yewnanistanê balafira temirandina şewatê ya cureyê Petzetelê yên ku beşdarî xebatên temirandina şewatê bûn ket, pîlot sax filitî. 

Di daxuyaniya Teşkîlata Agirkujiyê ya Yewnanistanê da hat diyarkirin ku yek ji du balafirên cureyê Petzetelê yên ku ji Girava Kefalonyayê ji bo temirandina şewata daristanê ya li Zakînthosê hat şandin li herêma Lagopodo-Maheradoyê ket. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pîlot sax filitî û ekîbên agirkujiyê pîlot ji cihê bûyerê dûr xistin û hat ragihandin ku meqamên rayedar der barê sedema ketina balafirê da lêkolîn dan destpêkirin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE