Li Zanîngeha Efrînê ezmûnên xwendekaran dest pê kirin. Xwendekarên ku ev heyameke dersan dibînin hatin zanîngehê û ketin ezmûnên nîvê salê.
Li Zanîngeha Efrînê wextê ezmûnên nîvê salê hat.
Xwendekar ji serê sibê û pê ve berê xwe dan zanîngehê.
Ji bo ezmûnên nîvê salê ketin polan û zend û bend ba dan.
Li zanîngehê 5 fakulte û 320 xwendekar hene.
Xwendekar dixwazin mekteba xwe biqedînin û pişt re xizmetê bajarê xwe bikin.
Xwendekarên zanîngeha Efrînê dixwazin li zanîngehê beşên nû jî vebin.