Li Zelanda Nû Çiyayê Agirîn Whakaari teqiya: 20 birîndar

Hat ragihandin ku piştî herikîna çiyayê agirîn, li gorî encamên destpêkê 20 kes birîndar bûn

Li Zelanda Nû Çiyayê Agirîn Whakaari teqiya: 20 birîndar

Li Zelanda Nû, piştî herikîna Çiyayê Agirîn Whakaari yê li Girava Spî, li gorî encamên destpêkê 20 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariya li ser malpera Radyoya Zelanda Nû, bi dema herêmê derdora 14.30î (bi dema Tirkiyeyê 04.30) ji ser çiyayê agirîn ewrê xweliyê bilind bû û herwiha hat diyarkirin, yên ku li dewrûbera çiya birîndar bûn, dibe ew turîst bin ku hatine ziyareta herêmê.

Tê texmînkirin ku gava çiyayê agirîn teqiya, li giravê 100 kes hebûn.

Rayedaran diyar kirin ku helîkopterên xilaskirinê bo giravê hatin sewqkirin û herwiha şêniyên herêmê jî hatin hişyarîkirin ku paceyên xwe bigirin û ji malên xwe dernekevin.

Çiyayê Agirîn Whakaari herî dawîn sala 2001ê aktîf bûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE