Li Zelandaya Nû erd bi lerza 6,2yan hejiya

20 kîlomêtre li başûrê Taumarunuiya bajaroka li Girava Bakur a Zelandaya Nû erd bi lerza 6,2yan hejiya

Li Zelandaya Nû erd bi lerza 6,2yan hejiya

20 kîlomêtre li başûrê Taumarunuiya bajaroka li Girava Bakur a Zelandaya Nû erd bi lerza 6,2yan hejiya.

Li gor daxuyaniya GeoNeta Zelandaya Nû, 20 kîlomêtre li başûrê bajarokê 207 kîlomêtre dibinê erdê da erhej çêbû.

Parastina Sivîlan piştî erdheja bi lerza 6,2yan daxuyanî da û diyar kir ku xetereya tsunamiyê tune.

Wekî mayîn Rêveberiya Rewşa Acil û Şewatê diyar kir ku tu raporeke li ser xisarê nehatiye berdestê wan.

Li gor xebera Radyoya Zelandaya Nû, piştî erdheja ku li tevahiyê welêt pê hisyan navber dan rûniştinên li parlementoyê.

Li Girava Başûr a Zelandaya Nû ji ber ku li ser xeta erdhejê ye gelek caran erd diheje di sala 2011an da erd bi lerza 6,3yan hejiyabû û 185 kes miribûn.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 12:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE