Libnanê OHALa aborî îlan kir

Serokwezîrê Libnanê Saad el-Herîrî di aboriyê da rewşa derasayî îlan kir.

Libnanê OHALa aborî îlan kir

Serokwezîrê Libnanê Saad el-Herîrî di aboriyê da rewşa derasayî îlan kir.

Li Qesra Serokwezîrtiyê ya Baabdeya li paytext Beyrûtê li ser banga Serokomar Mîşel Awn civîna aboriyê hat lidarxistin.

Serokomar Awn axaftina vekirina civînê kir û got ku "Em divê nelihevkirinên xwe yên siyasî û şexsî deynin aliyekî û ji bo ku ji qeyrana aboriyê ya ku em di nav da ne derkevin ji bo rêyên çareseriyê hewldanên xwe bikin yek."

Serokwezîr Herîrî piştî civîna aboriyê civîna çapemeniyê li dar xist û îlan kir ku li welêt OHALa aborî hat îlankirin.

Herîrî eşkere kir ku dê polîtîkaya îstiqrara nirxa lireyê Libnanê bidomînin, lezê bidin destpêkirina projeyên veberhênanê ya ku li parlementoyê biryara wan hat dayîn û ji bo ku kêmasiya ceyranê bê tunekirin dê bixebitin.

Fîtch Ratîngsa saziya derecedayîna aboriyê ya navneteweyî di 24ê tebaxê da eşkere kiribû ku Libnanê ji Byê daxistiye sinifa CCCyê.

Li Libnanê di demên dawîn da qeyraneke aboriyê ya mezin heye û li gor rapora meha gulanê ya Wezareta Darayiyê ji çaryeka ewil a sala 2019an va deynên giştî gihaşt 86,2 milyar dolarî.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE