Libya bi fermî ji Türkiyeyê piştgiriya eskerî dixwaze

Wezîrê Karên Navxweyî yê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê Fethî Başaga daxuyand ji bo ku ew li hemberî hêzên Hefter ên bi pereyan girtiye derkevin, ewê bi fermî ji Türkiyeyê piştgiriya eskerî bixwazin.

Libya bi fermî ji Türkiyeyê piştgiriya eskerî dixwaze

Wezîrê Karên Navxweyî yê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya LibyaFethî Başaga daxuyand ji bo ku ew li hemberî hêzên Hefter ên bi pereyan girtiye derkevin, ewê bi fermî ji Türkiyeyê piştgiriya eskerî bixwazin.

Başaga li paytext Tunisê di civîna çapemeniyê da got Xelîfe Hefter li welatê xwe baregeheke eskerî daye Mîrektiya Ereban a Yekbûyî, şervanên biyanî yên şirketa Ûrisan a ewlehiyê ya Wagnerê, milîsên Cancavîdê û serhildêrên Çadliyê bi hev ra li eniyê şer dikin.

Başaga wiha got: "Ji bo ku em li hemberî hêzên Hefter ên bi pereyan girtiye li ber xwe bidin, em ê bi fermî ji Türkiyeyê piştgiriya eskerî bixwazin. Li Libyayê hikûmeteke meşrû ya ku navneteweyî tê nasîn heye û di qada civaka navneteweyî da tekane nûner ev hikûmet e. Em ê bi hevkariya Türkiye, Tunis û Cezayîrê xizmeta gelê xwe, ewlehiya xwe û îstiqrara xwe bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE