Lîndsey Grahama Senator pêşnûmaya Ermeniyan bloke kir

Bob Menendezê Senatorê Demokrat li Senatoya Amerîkayê xwest ku pêşnûmayeke biryarê ya dibêje "Nijadkujiya Ermeniyan bi fermî nas bikin" li Lijneya Giştî were raykirin

Lîndsey Grahama Senator pêşnûmaya Ermeniyan bloke kir

Lîndsey Grahama Senatora Komarparêz û Amerîkayê pesendkirina pêşnûmaya dibêje bûyerên 1915an ê Ermeniyan wekî "nijadkujî" were qebûlkirin bloke kir.

Bob Menendezê Senatorê Demokrat li Senatoya Amerîkayê xwest ku pêşnûmayeke biryarê ya dibêje "Nijadkujiya Ermeniyan bi fermî nas bikin" li Lijneya Giştî were raykirin.

Ligel vê daxwazê Grahama Senatora Komarparêz li dijî raykirina pêşnûmayê fikr beyan kir û raykirin bloke kir.

- "Dibê senator dîrokê ji nû va nenivîsin"

Grahamê li vê derê daxuyanî da û got, "Ji vir demekê berê ji bo li ser pirsgirêkên ji ber operasyona eskerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê derdikevin pêşiya me binirxînin min bi Serokomar Erdogan û Serok Trump ra xeberda. Hêviya min ew e ku Tirkiye û Ermenistan werin ba hev û pirsgirêkê (bûyerên 1915an) binirxînin. Dibê senator dîrokê ji nû va nenivîsin û ji ya rastî cuda nîşan nedin."

Wekî mayîn Grahamê got ku biryara xwe li gor dahatûyê neda li gor têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê da.

Ya balkêş ew e ku biryara Garahamê çend saet piştî hevdîtina li Qesra Sipî ya Serokomar Erdogan û hin senatorên Komarparêz hat dayîn.

Di raykirina pêşnûmayekê ya li Senatoya Amerîkayê da senatorek dikare fikra xwe bêje û raykirinê bloke bike.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê di 29ê cotmehê da pêşnûmaya bûyerên 1915an ê Ermeniyan wekî "nijadkujî"yê nas dike qebûl kiribû.

Pêşnûmaya Adam Schîffê Wekîlê Demokrat ê Meclisa Nûneran pêşniya kiribû ligel 11 rayên "na"yê bi 405 rayên "erê" va hatibû qebûlkirin.

Tirkiyeyê diyar kiribû ku hikmê biryara hatiye dayîn tune û gava hat avêtin tu carî nayê qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE