Lêpirsîna dagirkirina Kongreyê: Li Amerîkayê 100 kesên din jî dê werin binçavkirin

Li Amerîkayê di lêpirsîna dagirkirina Kongreyê da dibe ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin

Lêpirsîna dagirkirina Kongreyê: Li Amerîkayê 100 kesên din jî dê werin binçavkirin

 Li Amerîkayê di çarçoveya lêpirsîna Wezareta Edaletê ya Amerîkayê li ser dagirkirina Kongreyê ya 6ê rêbendanê dimeşîne da hat gotin dibe ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin.

Dozgerên federal ên lêpirsînê dimeşînin diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsînê da hetanî niha ji 400î zêdetir kes hatin binçavkirin û wiha gotin: "Lêpirsîn dewam dike û hikûmet li bendê ye ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin sûcê wan were eşkerekirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin dibe ku ev di dîroka Amerîkayê da lêpirsîna herî mezin be, hem bersûc zêde ne hem jî delîl zêde ne ji ber vê tesîra wê jî ew ê zêde be.

Di 6ê berfanbarê da avêtibûn ser Kongreyê di bûyerê da 5 kes hatibûn kuştin, Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ber teşwîqa îsyanê hatibû darizandin ku were ezilkirin lêbelê di dengdayîna li Senatoyê da xwe xilas kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE