Lêpirsîna Rûsyayê ya derbarê Trump de

Trump derbarê lêpirsînê de pirsên dozgeriyê bersivandin...

Lêpirsîna Rûsyayê ya derbarê Trump de

Hatibû îdiakirin, di 2016an de rûsyayê mudaxaleyî hilbijartina serokatiyê ya emerîkayê kiriye. ji ber vê yekê, derbarê trump de lêpirsînek hatibû destpêkirin. serokê emerîkayê donald trump diyar kir ku wî pirsên dozgeriyê bi nivîskî bersivandiye lê teslîm nekiriye.

Serokê Emerîkayê Donald Trump got ku wî pirsên Dozgerê Taybet Rabirt Mûlir bi awayekî nivîskî bersivandiye lê hêj nivîsa xwe nedaye dozgeriyê.

Trump ji bo pirsên nivîskî yên dozger got: “Min bi hêsanî bersiv da.”

Her wiha Trump got; “Heke bi armancekê xirab ji we hin tiştan bipirsin divê hûn tevdîran bigrin.”

Ew ê kengî bersiva xwe teslîmî dozgeriyê bike hêj ne diyar e.

Hatibû îdiakirin; Rûsyayê bi riyên teknolojîk mudaxaleyî hilbijartina serokatiyê ya Emerîkayê kiriye. Li ser vê yeke, Dozgerê Peywirdar ê Taybet Mûlir derbarê Trump de lêpirsînek vekir.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 18:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE