"Lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê amade ye"

Wezîra Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov: “Ji bo lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê em dikarin bibêjin hema hema amade ye. Rejima Sûriyeyê û mixalafet li ser lîsteyê dixebite û Rûsya, Tirkiye û Îran jî dibe alîkar"

"Lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê amade ye"

Wezîra Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê bigiştî amade ye.

Lavrov li Bakuya paytextê Azerbaycanê beşdarî civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya 39emîn a Teşkîlata Hevkariya Aborî ya Behra Reş bû.

Lavrov piştî civînê der barê xebatên komîteya qanûna bingehîn a Sûriyeyê da agahî da rojnamevanan û wiha axivî:

“Ji bo lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê em dikarin bibêjin hema hema amade ye. Rejima Sûriyeyê û mixalafet li ser lîsteyê dixebite û Rûsya, Tirkiye û Îran jî dibe alîkar."

Lavrov got ku ew ê lîsteyê li ser navê Sûriyeyê hefteya bê pêşkêşî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura bikin.

Lavrov got daxwaza wan ew e ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê serê sala 2019an li Cenevreyê bicive.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2018, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE