Lûtkeya duyemîn dê sibatê de bê kirin

Trump li Qesra Spî bi Arîkarê Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreya Bakur Kim Yong-chol re hat bal hev.

Lûtkeya duyemîn dê sibatê de bê kirin

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê ragihand ku lûtkeya duyemîn a di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un de dê dawiya sibatê bê kirin.

Trump li Qesra Spî bi Arîkarê Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreya Bakur Kim Yong-chol re hat bal hev.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê got ku "Serok Donald J. Trump der barê ji nukleerê paqijkirin (Koreya Bakur) û lûtkeya ku dê dawiya sibatê bê kirin de bi Kim Yong-chol re saet û nîvê hevdîtin kir"

Sandersê got ku "Serok bi çar çavan li bendê ye ku di lûtkeya ku dê cihê wê pişt re bê ragihandin de bi Kîm re bê bal hev."AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 13:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE