Lûtkeya Serokan a G-20ê li Romayê dest pê kir

Lûtkeya Serokan a G-20ê li Romayê dest pê kir

Lûtkeya Serokan a G-20ê ya ku lîderên welatên di qada aboriyê da 20 welatên sereke ne û nûnerên saziyên navneteweyî tîne bal hev li paytext Romayê dest pê kir.

Îtalyaya ku Serokê Heyama G20ê ye li Navenda Kongreyê ya Nuvolayê ya Romayê ye lûtke da destpêkirin û Serokwezîrê Îtalyayê Marîo Draghî wek mazûvanê lûtkeyê mêvanên xwe ezimand.

Draghî, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di nav da mêvan yek bi yek li ber derî pêşwazî kirin.

Serokwezîr Draghî û mêvanên wî paşê wêne kişandin.

Di roja ewil a lûtkeyê da serokên welatan wê ji bo rûniştina bi sernavê "Aboriya Gerdûnî û Siheta Gerdûnî" bên bal hev.

Di lûtkeyê dawê qala berhevbûna aboriya di heyama şewbê da, kampanyaya aşîkirinê û rûdanên qada sihetê yên ku dema şewbê da derketin pêş wê bên nîqaşkirin.

Ji ber lûtkeyê li Romayê tevdîrên berfireh hatin hildan û bajaroka EUR a civîn lê tê kirin ji trafîkê ra hat girtin û 5 hezar û 300 endamên ewlehiyê ji bo civînê hatine wezîfedarkirin.

Ji hêla din va komeke aktîvîst serê sibehê zû li ser Bulvara Krîstof Kolomb çalakiya rûniştinê kirin û trafîkê ji çûn û hatinê ra girtin lê hêzên ewlehiyê mudaxeleyî wan kir û rê ji trafîkê ra vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE