Serok Recep Tayyîp Erdogan di saet 17.00yî da wê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku wê online bê kirin, bibe.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê di çarçoveya rûdanên Ukraynayê da ji bo qisekirina rewşa ewlehiyê wê îro bi pergala telekonferansê bicivin.
Serok Erdoganê jî wê beşdarî Lûtkeya Deresayî ya NATOyê bibe û di civînê da midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê û rûdanên dawîn wê bên qisekirin.
AA