Lujeyna Îdlibî ku bûye qansêr ji bo tedawiyê li hêviya alîkariyê ye

Um Lujeyn Isteyfa dayik:"Keça min ev 1,5 meh e 4 rojan carekê kemoterapî didît, derman dixwar. Di ziyareta me ya dawîn da doktorê wê got ku stoqên derman qediyane û tedawiya wê jî bi tenê li Tirkiyeyê heye"

Lujeyna Îdlibî ku bûye qansêr ji bo tedawiyê li hêviya alîkariyê ye

Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê, Lujeyn Isteyfa 2 salî ku keça malbateke ji cih û warê xwe derketî ye, ji bo têkbirina qansêra xwînê ku bi qasî 2 meh berê pê ket, li benda alîkariya bilez e.

Li Sûriyeyê malbata Isteyf ji ber bombardimanên rejima Esed û hevalbendên wê, bi neçarî mala xwe ya li Seraqiba navçeya Îdlibê 6 meh berê terikand û koçî navçeya Bînîşê kir.

Her wiha 2 meh berê hat tesbîtkirin, Lujeyna 2 salî ku keça malbata ku li vê derê di rewşeke dijwar da ye, bûye qansêra xwînê.

Lujeyn ji ber ku li nexweşxaneyên li Îdlibê dermanên pêwîst tunene û derfet jî kêm in, nikare were tedawîkirin.

Keça ku rewşa wê her diçe xirabtir dibe, di vê navberê da bi qasî 5 kîlogramî jar bû.

Malbata Isteyf a desteng, ji bo ku keça wan baş bibe û were ser tenduristiya xwe ya berê, li benda alîkariyê ne.

Um Lujeyn Isteyfa dayik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gava ew pê hisiyan keça wan bûye qanser, ew perîşan bûne û wiha dewam kir, "Keça min 2 salî û sipîsaxlem bû. Lêbelê nişkêva devê wê zihabû û tiştek di ber da neçû. Dermanên êş û agirbir ên ku em didinê jî bi kêr nayên."

Dayika ku bal kişand divê keça wê li nexweşxaneyeke tam û têkûz were tedawîkirin wiha axivî, "Keça min ev 1,5 meh e 4 rojan carekê kemoterapî didît, derman dixwar. Di ziyareta me ya dawîn da doktorê wê got ku stoqên derman qediyane û tedawiya wê jî bi tenê li Tirkiyeyê heye. Keça min roj bi roj li ber çavên min dihele û diçe. Nikare nan bixwe, zehf diweste û rewşa wê her diçe xirabtir dibe. Ez nizanim ez ê çi bikim. Bi tenê hêviya min ew e ku ji Tirkiyeyê destekî alîkariyê were hawara me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE