Maas: "Hedefên Konferansa Berlînê cardin hatin teyîdkirin"

Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heiko Maas di civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê ya li Munîhê hat lidarxistin da diyar kir ku hemû aliyan hedefên Konferansa Berlînê cardin teyîd kirin.

Maas piştî civînê bi Stephanie Williamsê alîkarê Gassan Selameyê Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra daxuyanî da çapemeniyê.

Maas diyar kir ku di civînê da "komîteya şopandinê" hat avakirin, bi vî hawî biryareke Konferansa Lîbyayê ya ku Berlînê bi cih hat. Maas diyar kir ku komîte wê pêvajoya li Lîbyayê bişopîne.

Maas daxuyand ku serokatiya komîteyê wê bi dorê were kirin û di dorê da Îtalya heye û civîn jî wê di adarê da li Romay were lidarxistin.

Maas bal kişand ku hemû beşdarvanên ku beşdarî Konferasnsa Lîbyayê ya li Berlînê bûn, beşdarî civîna îro jî bûn û wiha dewam kir: "Li vê derê hemû aliyan hedefên Konferansa Berlînê cardin teyîd kirin."

Maas destnîşan kir ku biryarên ku di Konferansa Lîbyayê ya li Berlînê da hatin dayîn, di Konseya Ewlehiyê ya NYê da jî hatin qebûlkirin û ev girîng e. Maas got ku ev biryar ji bo kesên ku beşdarî civîna Berlînê nebûne jî derbasdar e.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 15:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE