Macron û Barzanî têkiliyên dualî gotûbêj kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî têkiliyên dualî gotûbêj kirin

Macron û Barzanî têkiliyên dualî gotûbêj kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî têkiliyên dualî gotûbêj kirin.

Barzaniyê ji bona serdana fermî çû Fransayê li paytext Parîsê li Qesra Elyseeyê bi Macron ra civiya.

Di daxuyaniya hat dayîn da hevdîtin erênî derbas bûye.

Di daxuyaniyê da Barzanî balê kişand ser referanduma nefermî ku di 25ê Îlona 2017an da li Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin wiha got: "Piştî bûyerên referandumê di pêwendiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê da Fransa û Macron roleke girîng girtin."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir Fransayê feydeyê daye çareserkirina pirsgirêkên di navbera HKI û Bexdayê da.

Li gor agahiyan di hevdîtinê da têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin û Barzanî got ku bi Parîsê ra dixwazin têkiliyên aboriyê û siyasî pêşva bibin.

Barzanî diyar kir Fransayê di şerê dijî DEAŞa rêxistina terorê da alîkarî daye Herêma Kurdistana Iraqê.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE