Macron ji ber ku der barê hevdîtina wî ya bi serokê Hizbullahê re nûçe çêkir bi rojnamevanekî re şer kir

Macron ji ber ku der barê hevdîtina wî ya bi serokê Hizbullahê re nûçe çêkir bi rojnamevanekî re şer kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh li Beyrûda paytextê Lubnanê bi serokê koma meclisê ya Hîzbullahê Mihemed Raad ra hevdîtinek kir û nûçegihanê rojnameya Le Fîgaroyê ji ber ku der barê vê hevdîtinê da nûçeyek çêkir, Macron ji nûçegihan ra şer kir.

Nûçegihanê rojnameya Le Fîgaroyê Georges Malbrunot der barê hevdîtina Macron û Raad da nûçeyek çêkir.

Malbrunot di nûçeyê da got Macron ji Raad ra wiha gotiye: "Ez dixwazim bi we ra bixebitim, lê hûn dikarin îspat bikin ku hûn Libnanî ne? Her kes dizane ku rojeva we Îran e. Hûn Libnaniyan hez dikin an na? Vegerin mala xwe, terka Sûriye û Yemenê bikin û li vir ji bo avakirina dewletê karê xwe bikin, lewra feydeya vê dewletê wê bigîhîje malbata we."

Ji bilî vê di nûçeyê da hat gotin Macron zextê li ser siyasetmedarên Libnanî dike ku hikûmet bê avakirin û ev tevgera wî hat rexnekirin.

Di dîmenên televizyona LCIyê da tê dîtin ku Macron dengê xwe li hemberî nûçegihan Malbrunot bilind dike û dibêje: "Ji ber hesasiyeta mijarê ya ku te kir xemsarî ye. Der barê Fransa û rayedarên li vir da jî ev xemsarî ye û dijî exlaqê rojnamevaniyê ye. Hûn dizanin ez rojnamevanan diparêzim, ezê her tim biparêzim. Ez eşkere dibêjim ya ku te kir şaş e, ne profesyonel e û teralî ye."

Tê dîtin ku Macron nahêle Malbrunot biaxive û ji salonê derdikeve diçe.

Piştî vê tevgera Macron Malbruno jî daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Ez li hemberî tundiya vê êrîşa ku nayê qebûlkirin metel mam."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE