Maîde T. li dijî Almanyayê doz vedike

Li Almanyayê dayika ku PKKyê qîza wê revandiye wê dijî dewleta Alman dozê veke

Maîde T. li dijî Almanyayê doz vedike

Maîde T.yê li Berlînê tîşorteke li serê wêneyê Nîlufer T.ya qîza wê heye li xwe kiriye û di destê wê da pankarteke li serê "PKK vîrusek e" nivîsandî va li ber Deriyê Brandenburgê (Brandenburger Tor) ya dîrokî çalakiyek kir.

Maîde T.yê li vir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Emê li hemberî dewlata Alman a ji bo ku ewladên me paşva bîne tu tiştekî nake dozê vekin. Emê vê dozê bi wan malbatên din ên ku rewşa wan jî wek min e bi hev ra komî vekin. Beriya dozvekirinê em bangî malbatên din ên wek me ne dikin ku bila tevî têkoşîna me bibin."

Maîde T.ya ku di têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê da li Ewropayê bûye sembol got 6 malbatên din jî wê bi wê ra li dijî Almanyayê heman dozê vekin.

Bûyer

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji qîza xwe ya ku ji bo here dibistanê ji malê derketibû xeberekê hilnade. Dayika xemgîn berê jî li pêşiya komaleya "Navende Kurdistaniyên li Berlînê" ya wekî nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, li ber Deriyê Brandenburgê yê li navenda bajêr û li ber Meclisa Federal jî çalakî kiribû ku qîza wê ji destê rêxistina terorê bê xilaskirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE