Maduro Amerîkayê wek berpirsê birîna ceyrana li welêt dibîne

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro got: "Me îro sedema birîna ceyranê hema bêje ji sedî 70 çareser kiribû, lê bi teknolojiyeke ku tenê di destê hikûmeta Amerîkayê da heye va êrîşî xetên ceyranê kirin"

Maduro Amerîkayê wek berpirsê birîna ceyrana li welêt dibîne

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro der heqê birîna ceyrana welêt da got, "Me îro sedema birîna ceyranê hema bêje ji sedî 70 çareser kiribû, lê bi teknolojiyeke ku tenê di destê hikûmeta Amerîkayê da heye va êrîşî xetên ceyranê kirin."

Li Venezuelayê krîza siyasî ya cidî heye û digel vê krîzê du roj in welêt bê ceyran e. Partiya Sosyalîst a Yekbend a Venezuelayê (PSUV) ku îqtidar e, li paytext Caracasê pêşiya Mîrafloresa qesra serokatiya dewletê ji bo piştgiriya Maduro mitîng li dar xist.

Serokê Dewleta Venezuelayê Maduro û Cilia Floresa jina wî, Wezîrê Karên Derva Jorge Arreza û Serokê Meclisa Damezrîner a Venezuelayê Diosdado Cabello jî beşdarî mitîngê bûn.

Maduro di mitîngê da axivî û got ji ber ku êrîşa sîber birin ser Santrala Ceyranê ya Guriyê, loma Venezuela du roj in bê ceyran maye.

Maduro berpirsiyarê birîna ceyranê Amerîka û Juan Guaidoyê ku xwe wek serokê dewletê yê berwext îlan kiriye, dît û ji Guaido ra got ku "palyaço" û "kûkla".

Maduro destnîşan kir ku Venezuela rastî "şerê jiqewetxistinê" hatiye û wiha dewam kir: "Me îro sedema birîna ceyranê hema bêje ji sedî 70 çareser kiribû, lê bi teknolojiyeke ku tenê di destê hikûmeta Amerîkayê da heye va êrîşî xetên ceyranê kirin."

Santrala Hidroelektrîkê ya Simon Bolivarê ku piraniya ceyrana Venezuelayê jê tê, roja pêncşemê erize dabû û ceyrana 22 eyaletên welêt hatibû birîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE