Maduroyê Serokê Venezuelayê: "Amade me ku bi Trump ra werim ba hev"

Maduroyê Serok daxuyanî da Ajansa Xeberan a Venezuelayê (AVN) û diyar kir ku dikare bi Trumpê hemtayê xwe yê Amerîkayê ra were ba hev.

Maduroyê Serokê Venezuelayê: "Amade me ku bi Trump ra werim ba hev"

Nîcolas Maduroyê Serokê Venzuelayê got heke lazim bike amade ye ku bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra were ba hev.

Maduroyê Serok daxuyanî da Ajansa Xeberan a Venezuelayê (AVN) û diyar kir ku dikare bi Trumpê hemtayê xwe yê Amerîkayê ra were ba hev.

Maduro destnîşan kir ku Trump gotibû dikare bi wî ra were ba hev, hevdîtina bi Joe Bîdenê Alîkarê Serokê Amerîkayê yê berê ra di sala 2015an da kiribû bi bîr xist û got, "Bersiva min ew e ku çawa bi Bîden ra bi rêzdarî hatim ba hev heke lazim bike dikarim bi Donald Trumpê Serok ra jî werim ba hev. Çawa ku bi Bîden ra civiyam dikarim bi Trump ra jî bicivim."

Trump daxuyanî dabû malpera Axiosê gotibû ku têkiliyeke wî ya bi Juan Guaîdoyê parlamenterê bi piştgiriya John Boltonê Şêwirmendê Neteweyî yê berê va xwe wekî Serokê Venezuelayê yê berwext îlan kiribû tune û wiha axivîbû: "Bi wî ra jî dibe bêyî wî jî dibe lêbelê ez li dijî wan bûyeran im ku li Venezuelayê diqewimin."

Li ser pirsa der barê hevdîtineke bi Maduro ra were kirin da jî Trump gotibû "Maduro dixwaze em werin ba hev û ez li dijî hevdîtinê nînim. Min hindik caran daxwazên hevdîtinê red kirine. Dikarim vê binirxînim."

Rojekê piştî vê daxuyaniyê Trump li ser Twitterê gotibû, "Ez bi Maduro ra bi tenê ji bo tiştekî biaxivim dikarim werim ba hev. Ew jî ew e ku bi aştiyane dev ji îqtidarê berde."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE