Makedonyayê protokola beşdariyê ya NATOyê îmze kir

Rêvebiriya Uskupê ji bo ku bibe endamê 30yemîn ê NATOyê protokola beşdariyê ya NATOyê îmze kir

Makedonyayê protokola beşdariyê ya NATOyê îmze kir

Makedonyaya ku pirsgrikêka nav a 28 salan di navbera wê û Yewnanistanê da hebû protokola beşdariyê ya NATOîmze kir.

Li navenda NATOyê ya Brukselê merasimek hat lidarxistin, Wezîrê Karên Derva yê Makedonyayê Nîkola Dîmîtrov îmze kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û nûnerên daimî yên 29 mutefîqan di merasimê da amade bûn.

Stoltenberg pênûsa ku hemû nûnerên daimî pê îmzeyê kirin wekî diyarî da Dîmîtrov.

Ji bo ku endamtiya Makedonyayê dest pê bike divê hemû welatên endam di parlamentoyên xwe da vê yekê qebûl bikin, kar û barên fermî temam bibin.

Heta ev pêvajo temam bibe Makedonya wê wek vexwendî beşdarî civînên NATOyê bibe.

Der barê guherîna navê Makedonyayê da di navbera Yewnanistan û Makedonyayê da Peymana Prespayê hatibû îmzekirin. Li gor vê peymanê dema Atîna protokola beşdariyê îmze bike û di parlamentoya xwe da pesend bike navê Makedonyayê wê fermî êdî bibe Makedonyaya Bakur.

NATOyê par di Civîna Brukselê da endamtiya namzediyê şandibû Makedonyayê.

- "Ev kêliyeke dîrokî ye "

Stoltenberg beriya civînê axivî û anî ziman ku ev kêliyeke dîrokî ye û wiha dewam kir: "Em demeke dirêj bendê man ku hûn beşdarî malbata me bibin."

Wezîrê Karên Derva yê Makedonyayê Nîkola Dîmîtrov spasiya Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev û Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras kir û got ji bo çareseriya vê pirsgirêkê kedeke wan a mezin heye.

- Pirsgirêka nav

Makedonya di sala 1991an da ji Yugoslavyayê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir. Di navbera Yewnanistan û Makedonyayê da ji wê demê pê va pirsgirêka nav dewam dike. Serokwezîrên herdu welatan di 17ê Hezîranê da Peymana Prespayê hatibû îmzekirin û ev pirsgirêk ji holê rabûbû.

Li gor vê peymanê navê Makedonyayê wê wek "Komara Makedonyaya Bakur" biguhere.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE