Malala Yusufzay a Pakistanî ya xwedî Xelata Nobelê bangî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku li ser rewşa Efxanistanê sekiniye kir û xwest ku bila mafên jin û zarokên qîzîn ên Efxan bên parastin.
Di axaftina xwe da Yusufzayê got: "Min ji bo ku hemû keçik biçin dibistanê dengê xwe bilind kir. Merivekî çekdar otobusa ez tê da bûm da sekinandin û bangî min kir û gule berî min da. Min vê bi xwe dît. Heke em dest bi xebatekê nekin tiştê hat serê min dibe ku bê serê keçikên Efxanî jî."
Yusufzay a ku heqê perwerdehiyê zarokên qîzîn diparêze di 9ê Cotmeha 2012an da dema ji bajarê xwe diçû dibistanê li bajarê xwe Geliyê Svatê otobusa tê da bû dan sekinandin û milîtanekî Talîbanê yê li wesayîtê siwar bûbû navê wê pirsî bû û paşê 3 gule berî wê dabû.
Gule li serê wê ketibûn û 6 roj piştî êrîşê ji bo tedawiyê ew birin Îngiltereyê û di Nexweşxneya Keybanû Elîzabethê ya li Bîrmînghamê qasî 3 mehan tedawî dît û di Adara 2013an da ji nexweşxaneyê derket û li Bîrmînghamê bi cî bû û careke din dest bi dibistanê kir.
Di sala 2014an da wextê 17 salî bû Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir û bû kesa herî ciwan a xelat qezenc kiriye. Wê gotibû ku xelata 8 milyon kron a qezenc kiriye jî wê bexşî dibistanên Pakistanê bike.
Di mijara perwerdehiya zarokên qîzîn da ew bû nîşane û bi weqfa li ser navê wê hatiye vekirin va ji bo li welatên pêşdikevin qîz biçin dibistanan hewl dide û dixebite.
AA