Malbata Cemal Kaşikçi bangî çapemeniyê kir

 Malbata rojnamegerê Siûdî Camal Kaşikçi diyar kir, tu delîlekî hiqûqî an jî fermî nîne ku windanebûna wî îsbat bike û ji çapemeniyê xwest ku tenê nûçeyên ku çavkaniya wan fermî ne çêkin.

Malbata Cemal Kaşikçi bangî çapemeniyê kir

 Malbata rojnamegerê Siûdî Camal Kaşikçi diyar kir, tu delîlekî hiqûqî an jî fermî nîne ku windanebûna wî îsbat bike û ji çapemeniyê xwest ku tenê nûçeyên ku çavkaniya wan fermî ne çêkin.

Mutasim Kaşikçiyê kurapê Cemal Kaşikçi li ser navê malbatê daxuyanî da kanala CNNa Amerîkayê û got ku ew li Erebistana Siûdî mensûbê malbateke naskirî ye.

Kaşikçi diyar kir ku kurapê wî malbat, welat û pîşeyê xwe gelekî baş temsîl dike û bi tu awayî yekî muxalif nîne.

Kaşikçi destnîşan kir, têkiliya rojnamegerê Siûdî bi welatê wî û serokên welêt ra xurt in û li ser rêzdariyê ne.

Kaşikçi got, "Malbata Kaşikçi Cemal wek kesekî winda qebûl dike. Tu delîlekî fermî an jî hiqûqî tuneye ku berevajiyê vê yekê nîşan bide."

Mutasim Kaşikçi wan ji çapemeniyê xwest ku heta lêpirsîn bi dawî bibe û encam derkeve, bira tenê nûçeyên ku çavkaniya wan fermî ne çêkin.

- Bûyera Kaşikçi

Cemal Kaşikçiyê piştgirî dida rojnameya El Watanê ku ev rojname seba reformîstên Siûdî platformeke girîng e û di heman demê da di Rojnameya Washingtonê da dinvîsî, 2yê cotmehê roja sêşemê ji bo karên fermî li Stenbolê çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û ji wê demê pê va tu agahî jê nayê hildan.

Çavkaniyên emniyetê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 10:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE