Malbata li Efrînê zarokên wê hatin kuştin dixwaze hesab ji YPG/PKKyê were pirsîn

Malbata li Efrînê zarokên wê hatin kuştin dixwaze hesab ji YPG/PKKyê were pirsîn

Malbata Ulwanê ji ber êrîşên rejima Beşar Esed ji Îdlibê revî û li Efrînê sitar bû. Di êrîşa bi fuzeyê ya YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Efrînê da 3 zarokên malbata Ulwanê hatin kuştin. Malbat dixwaze ji rêxistinê hesap were pirsîn.

Rejima Esed ji vir 3 sal berê êrîşên li ser Mearetnumana navçeya Îdlibê zêde kir û malbata Ulwanê jî mala xwe terk kir û li Efrîna bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin bi cî bû. Di 20ê rêbendanê da YPG/PKKyê ji Til Rifata li bi cî bûye fûze avêt Efrînê. Fuze li mala malbata Ulwanê ket. Di êrîşê da 3 zarokên li hewşê gog dilîstin hatin kuştin. Ji malbatê 3 kes jî birîndar bûn û li Tirkiyeyê hatin dermankirin.

Ji ber êrîşê di mala malbata Ulwanê ya debara xwe bi zorekî dike da zirareke mezin çêbû. Malbata zarokên wê hatin kuştin dixwaze ji terorîstan hesab were pirsîn.

- "3 zarokên me hatin kuştin"

Nûçegihanên AAyê bi malbata ji ber êrîşa terorê ya bêbext mexdûr bû ra hat ba hev. Mistefa Ulwan qala êrîşê kir û wiha pê da çû:

"Ev 3 sal e em li Efrînê dijîn û şikir heta roja êrîşê jî me tu tiştek nedît. Êrîş di 20ê Rêbendanê da ber bi esrê va hat kirin. Dema min û kurê xwe nimêj dikir dengek hat. Me bazda hewşê û me dît ku zarok li erdê ne. Her alî di nav toz û xubarê da ye. Qîza min a 8 salî li wê derê can dabû. Yek jê neviyê min 3 zarokên me hatin kuştin. Niha qîzeke min jî birîndar e û li Tirkiyeyê tê tedawîkirin. Mala me bû xirbe. Em ji Îdlibê ji rûyê rejimê da derketin. Li vê derê jî zarokên me û mala di êrîşa YPGyê da çûn. Ev der herêma bi ewle ye çima wisa dikin? Hêviya me ji Xwedê ew e ku ji vana hesab bê pirsîn."

- "Înşeallah careke din êrîşeke wiha nabe"

Selman Ulwanê ku di êrîşê da milê wî yê rastê û çokên wî birîndar dîtin jî got: "Dema êrîşê ez li ber derî bûm û xwelî û xubar ket dev, poz û çavên min. Min got qey ez difirim. Ez ji wê derê rakirime û paşê şandine nexweşxaneyekê û ji wê derê jî ez şandim Tirkiyeyê. Ez piştî tedawiyê ji Tirkiyeyê vegeriyam Efrînê. Înşeallah careke din êrîşeke wiha neyê kirin û malbata min jî zirarê nebîne."

YPG/PKKya rêxistina terorê di 20ê Rêbendanê da ji herêma Til Rifatê moşek avêtibû navçeya Efrînê. Di êrîşê da herî kêm 4 sivîl hatibûn kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE