Maliyeta tweeta wezîrê "20 milyar dolar" e

Freeland ji ber ku li Riyadê bi destê meqamên ewlekariyê yên Erebistana Siûdî hin çalakvanên mafên mirovan hatin derdestkirin di Twitterê da peyam weşan, li gor tesbîtên ewil peyama wezîrê li ser Kanadayê 20 milyar dolarî bû mal.

Maliyeta tweeta wezîrê "20 milyar dolar" e

Wezîra Karên Derva ya Kanadayê Chrystia Freelandê ji ber ku li Riyadê bi destê meqamên ewlekariyê yên Erebistana Siûdî hin çalakvanên mafên mirovan hatın derdestkirin di Twitterê da peyam weşan, li gor tesbîtên ewil peyama wezîrê li ser Kanadayê 20 milyar dolarî bû mal.

Krîza di navbera Erebistana Siûdî û Kanadayê da kûr dibe û tesbîtên ewil ên li ser aboriyê derdikevin holê.

Samar Bedewiya xuşka Raîf Bedewiyê nivîskarê blogê yê ji Kanadayê û jineke din li Riyadê hatin binçavkirin û li ser vê Freelanda Wezîr bangî Erebistana Siûdî kir ku bira van kesan berde, ji ber vê di navbera herdu welatan da krîza dîplomatîk derket.

Erebistana Siûdî biryar da ku bazirganiya bi Kanadayê ra bidin sekinandin. Kanadayê berê bi Erebistana Siûdî ra peyman çêkiribû ku 928 wesayîtên bizirx ên eskerî yên 15 milyar dolarî digrin bifroşe û wesayît di asta çêkirinê da bûn. Krîzê li van wesayîtan jî xist.

Erebistana Siûdî di heyama Stephen Joseph Harperê Serokwezîrê wê çaxê da bi Kanadayê ra peyman çêkiribû ku 928 wesayîtên bizirx bistîne û di sala 2014an da karûbarên fermî hatibûn temamkirin, di sal 2015an da hikûmeta Justin Trudeau hatibû ser wezîfeyê û sîparîş dabû sekinandin.

- 2 hezar û 472 kes ji karê xwe dibin

Raya giştî ya Kanadayê demeke dirêj li ser firotinê ketibû nîqaşan Wezîrê Karên Derva yê wê demê Stephen Dion di sala 2016an da firotin tesdîq kiribû û dest bi çêkirina wesayîtan kiribûn.

GDLSya ku îhaleya sîlahan hildabû diyar kir ku ji bo van sîparîşan 2 hezar û 470 kes hildane kar, bi biryara Erebistana Siûdî va ev kesan ew ê ji karê xwe bibin.

- Xwendekarê ji Kanadayê vegerin

Di çarçoveya sekinandina têkiliyên bazirganiyê da 17 hezar û 272 xwendekarên ku bi bursa dewleta Erebistana Siûdî li Kanadayê dixwînin û malbatên wan jî ew ê Kanadayê terk bikin.

- Hecma bazirganiyê 4 milyar dolar e

Li gor Saziya Îstatîstikên Kanadayê hecma bazirganiya bi Erebistana Siûdî ra 4 milyar dolarî digre.

Bi biryara dawîn a Erebistana Siûdî va Kanada ew ê ji vî pereyî jî bibe.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 10:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE