Maliyeta xwepêşandanên Iraqê seba welêt zêde ye

Ebdulmehdî: "Xwepêşandan gihîştin piraniya hedefên xwe û hersê erk (serokkomarî, hikûmet û parlamento) anîn tevgerê ku pozîsyona xwe li ber çavan ra derbas bikin. Gelek biryarên ku daxwazên xwepêşandêran bi cih tînin hatin dayîn."

Maliyeta xwepêşandanên Iraqê seba welêt zêde ye

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Xwepêşandan gihîştin piraniya hedefên xwe û hersê erk (serokomarî, hikûmet û parlamento) anîn tevgerê ku pozîsyona xwe li ber çavan ra derbas bikin. Gelek biryarên ku daxwazên xwepêşandêran bi cih tînin hatin dayîn."

Ebdulmehdî diyar kir, "Zirara ku xwepêşandanan da welêt bi milyaran dînarî ye." û got ku gelek welat û kesên ku projeyên pêşketinê dimeşînin, ji ber bûyerên welêt bi fikar in.

Bangewaziya normalbûna jiyanê

Ebdulmehdî destnîşan kir, tehdîdkirina bîrên neftê, girtina rêyên ku diçin lîmanan û derengmayîna ketina malê bazirganî bû sedema zêdebûna bihayan û bang kir ku jiyan normalîze bibe.

Xwepêşandêran di avahiya Konsolosxaneya Îranê da alaya Iraqê vekir.

Ji xwepêşandêrên Kerbelayê Huseyîn en-Nasirî ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku bi sedan kes li Kerbelayê ketin nav baxçeyê Konsolosxaneya Îranê û li ber têketina avahiyê alaya Iraqê vekir, lê neketin nav avahiyê û avahî dan ber keviran, ji dîplomatên Îranî ra gotin ku welêt terk bikin.

Li wilayeta Zîkarê ya dikeve başûrê welêt jî xwepêşandêran agir berda mala Sekreterê Giştî yê Konseya Wezîran Hamid el-Xazzî ya ku hê înşeat e.

Xwepêşandanên li Iraqê

Iraqî ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamuyê li cihên cuda yên welêt xwepêşandanan li dar dixe. Xwepêşandêran ji ber merasimên Erbaînê navber dan xwepêşandanên ku di 1ê cotmehê da dest pê kirin û roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kir.

Di serî da paytext Bexda xwepêşandan li aliyên navîn û başûr ên welêt jî belav bûn û ji serê cotmehê vir va di xwepêşandanan da kêm zêde 200 kes hatin kuştin û nêzî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kiribû ku di xwepêşandanan da 229 xwepêşandêr hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE